Ekîban birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Elîh û Midyadê.
Polîsî slêmanî bo ragehand: dû kes le slêmanî kujran
Polîsî slêmanî bo ragehand: dû kes le slêmanî kujran
"hêşta tometbaranî rûdaweke destigîrnekrawn"
Şewî rabridû dû hawllatî xellkî başûr û nawerrastî 'êraq le slêmanî kujrawn, gutebêjî polîsî slêmanî dellêt, "hêşta tometbaranî rûdaweke destigîrnekrawn".
Serkewt ehmed, gutebêjî polîsî slêmanî î gut, "rûdaweke le gerrekî qulereysî buwe û dû hawllatî xellkî başûr û nawerrastî 'êraq kujrawn".
Gutîşî, "lêkollînewe le rûdaweke destîpêkirduwe".
Begwêrey zanyarîyekan dû kujraweke brîtîn le "leys ehmed mehdî, temen 30 sall xellkî bexdade û pîşey bellînder û casm mhemed sallh, temen 45 sall, xellkî rumadî".
Qeter bû şampiyonê Kûpaya Asyayê
Tîma futbolê ya Qeterê di fînala Kûpaya Asyayê de tîma Urdinê têk bir û kûpa bi dest xist.
Tîmên Qeter û Urdinê di maça fînalê ya Kûpaya Asyayê ya 2023yan de ku li Qeterê hat lidarxistin, li yarîgeha Lusailê hatin hemberî hev.
Qeterê bi encama 3-1ê tîma Urdinê têk bir û bû xwediyê Kûpaya Asyayê.
Lîstikvanê Qeterê Akram Afîf di xulaka 22yemîn de bi penaltiyê gola yekem avêt.
Di nîva yekem de ti golek din nehat avêtin.
Lîstikvanê Urdinê Yazan Al-Naimat di xuelam 67an de gola wekheviyê avêt.
Hakemê Çînî Ma Ning penaltiyeke din da Qeterê û Akram Afîf ew penaltî jî kir gol.
Her dîsa lêstikvanê Qeterê Akram Afîf û dîsa bi penalitiyê di xuleka 90+5emîn de golek din avêt.
Maç bi encama 3-1ê bi dawî bû.
Ev du carên li dûv hev Qeter dibe şampiyonê Kûpaya Asyayê.
Urdui cara ewil bû ku derket fînala Kupaya Asyayê lê bi ser neket.
Qeterê karî bo cara duyemîn li pey hev şampiyoniya bi dest bixe.
Her 3 golên Qeterê ji penaltiyan hatin.
Li ser belavkrin û frotna madên hoşber du kes hatne desteser krin
Biy zê badînan On şubat 10, 2024
Li ser hebûna ( grûpekê belavker û froşyarên madên hoşber) ku karê frotna madên hoşber dikrin” demildest ji layê tîmên asayşa sêmêlê operasyonek hate encamdan û di wê operasyonê da du kes hatne desteserkrin” ku di gel da çekên demance û narincok jî hatne girtin.
Ew jî dyar krîye: di nuke da berperên vekolînê bo tometbaran hatîne vekrin û ldûv bendê 26 ê yê qanûna madên hoşber serederî li gel dhête krin.
Herwesa gotîye: daxwazê ji welatîyên xoştivî dkeyn” li demê hebûna her core gomanekê li ser madên hoşber êkser peywendîyê bi jmare (106) ya rêveberîya sayşa dhokê bken.
Îraqê li ser bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî daxuyanî da
Komîteyên Leşkerî yên Bilind ên Îraq û Amerîkayê dê li ser bidawîanîna erkên hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Îraqê gotûbêj û plansaziyê bikin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl ragihand ku 11ê Sibatê 2024an duyemîn civîna Komîteya Bilind a Leşkerî ya Îraq û Amerîkayê ya ji bo biryardana li ser bidawîkirina dema erkê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî dê were lidarxistin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî Kanûna Pêşîna sala borî serpereştiya yekemîn civîna Komîteya Bilind a Leşkerî ya Îraq û Amerîkayê ya li ser vekişîna hêzên hevpeyman ji Îraqê kiribû lê piştî gotûbêjan ti gavên berbiçav nehatibûn avêtin.
Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê Joel Vaul di daxuyaniya xwe ya derbarê gotûbêjan de got:
“Hevdîtinên me yên bi Hêzên Çekdar ên Îraqê re dê 11ê Sibatê li Bexdayê berdewam bikin.”
Komên çekdar û aliyên siyasî yên Şîeyan gelek caran daxwaza derketina hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji Îraqê dikin.
Komên Şîe yên nêzîkî Îranê piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir, êrişên xwe yên li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî zêde kirin.
Piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê û vir ve komên çekdar ên nêzîkî Îranê ku xwe wekî “Eniya Berxwedanê” bi nav dikin li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye, Rojavayê Kurdistanê, Libnan û Yemenê li dijî hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Rojhilata Navîn dest bi êrişan kirin.
Ji wê demê heta niha hêzên Amerîkayê yên li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û Urdinê herî kêm 169 caran rastî êrişan hatine.
Pentagonê bi rêya Rûdawê peyamek da grûpên çekdar: Em dê hesab bipirsin
Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê got, “Em dizanin kîjan grûp li pişt wan êrişan in ku hêzên me dikin hedef, em dê hesab ji wan bipirsin.”
Alîkara Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh, li ser êrişên ku hêzên wan ên li Îraq û Sûriyeyê dikin hedef ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Sabrina Singhê li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya di heqê êrişan de got, “Em dizanin ku grûpên wekî Lîwayên Hizbulahê li pişt van êrişan in.”
Diyar Kurde bi bîr xist, wan grûpan ragihandibû ku dê êrişên xwe rawestînin û pirsî, “Gelo êrişên wan rawestiyan?”
“Em dê hesab bipirsin”
Sabrina Singhê pirsa Diyar Kurde bi vî awayî bersivand:
“Me di maweyê borî de dît ku çend caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê hatiye kirin.
Ez zêdetir behsa hûrgiliyên van êrişan nakim.
Em dizanin ku destê wan grûpan, bi taybetî jî destê Lîwayên Hizbulahê di êrişa li Urdunê ya ku hêzên me bûn hedef de hebû.
Em dê hesab ji wan grûpan bipirsin.”
Tara Mamedovayê klîba xwe ya nû belav kir
Hunermend û stranbêja Kurd a ji Qirgizistanê Tara Mamedova klîba strana xwe ya nû ya bi navê “Mûmê” belav kir.
Gotinê û awaza strana “Mûmê” gelerî ye û Metehan Dada aranje kiriye.
Stran, îro li ser kanala Youtbeyê ya Tara Mamedovayê hat belavkirin.
Di klîba Mamedovayê de muzîkjenên navdar Îrem Atalay û Hîvda Koç jî wek vokal cih digirin.
Tara Mamedova kî ye?
Muzîkjena Kurd û ciwan Tara Mamedova, li Qirgizistanê hatiye dinê. Heta 8 saliya xwe li wir jiyaye.
Dema Sovyet belav dibe, malbata wê koçî bajarê Saratovê ya Rûsya dike. Heta sala 1999an li Saratovê dijî.
Destpêka salên 2000î ji bo dersên dans, şano û muzîkê diçe bajarê Moskov û Yaroslavê.
Malbata Tara Mamedovayê sedsal berê ji Bazidê koçî Sovyetê kiriye.
Mamedovayê bi piştgiriya dayika xwe ya mamoste Gorçek Abdûlayevna berê xwe dide hunerê.
Dayika wê jî di gel mamostetiyê, stranên Rûsî distirê.
Hunermenda ku di zarokatiya xwe de bi heyranî li dayika xwe guhdar dikir, dîsa bi rêveberiya dayika xwe beşdarî gelek kursên hunerî dibe.
Di wan salên destpêkê de ji bo ku xwe û hunera xwe bi pêş bixe berê xwe dide Fransayê.
Di sala 2008an de li Parîsê di konservatûarekê de perwerdeyê dibîne.
Di wê navberê de, li kolanên Parîsê pêrgî komên muzîkê yên cazê dibe. Tara Mamedova, vê muzîkê , muzîka Rûsî ya Kurdî têkel dike. Deh salan bi vî awayî li Parîsê dijî.
Ew êdî digihêje wê baweriyê ku divê di muzîka xwe de rengvedaneke bi vî awayî çêbike.
Li ser vê bawerî û bingehê, wek muzîkjenekê vedigere welatê xwe yê ku sedsalan berê jê koç kiribû.
Di sala 2005an de yekem albuma xwe ya bi navê “Ax”ê diweşîne.
Di komxebata xwe ya duyem de, performansa xwe ya zindî bikar tîne.
Van xebatên xwe li platformên dijîtal belav dike. Di xebata sêyem ‘’Live’’ê de, stranên bi zaravayê Kirmackî jî li repertûra xwe zêde dike.
Mamedova di serî de li Stenbol, Amed, Riha, Wan û gelek bajarên din konser dane.
Ji ber ku di nava çandeke pirrengî de jiyaye, muzîka xwe jî li ser vê bingehê tomar dike.
Hunermenda ku li ser vê baweriyê karê xwe beredewam dike, ne tenê bi zimanê xwe, herweha bi zimanên cuda cuda distrê.
Ew niha li Tirkiye dijî û zewicî ye û keçeke wê bi navê Elenya heye.
RIHA – Salane 8 hezar ton masî tên berhemanîn
Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, li tesîsên li peravên Çemê Feratê salane 8 hezar ton masiyên deqsor tên berhemanîn.
Li peravên Çemê Feratê yên parêzgehên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê, berhemanîna masiyên deqsor bûye sektoreke girîng a aboriyê.
Şaxa Masîvanî û Berhemên Avê ya Saziya Çandinî û Daristanê ya Rihayê ragihand ku li sînorê parêzgehê li tesîsên li ser Çemê Feratê salane 8 hezar ton masî tên berhemanîn.
Masiyên deqsor ên li tesîsên Dîlok û Rihayê tên berhemanîn ji bilî bazara navxweyî ji Rûsya, welatên Ewropayê û welatên Rojhilata Dûr re jî tên hinardekirin.
Li peravên Çemê Feratê yên Riha û Dîlokê 42 tesîsên berhemanîna masiyan hene û li wan tesîsan salane nêzîkî 30 hezar ton masî tên berhemanîn.
Nûtrîn
Li Mêrdînê tanker û minîbusek li hev qelibîn: 9 kes birîndar bûn
Ekîban birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Elîh û Midyadê.
