Raportên rojnamevanîyên frensa aşkrakrin, yaneya parîs sancêrman çi hîvî bo nûkirna hevbesta stêra xwe kîlyan êmbapî nemayne.
Radyoya muntokarlo dyarkir, dramaya kîlyan êmbapî û parîsê bi tmamî bi dûmahî hatîye û gehşitîye xeleka dûmahîyê, hîvîyên cemawerê yaneya parîsî jî bo mana yarîkerî gelek kêmbûyne.
Heman jêder amaje bi hindê da, ewa nuke cemawerê yaneya paytextê frensa dket ku li demê yarîyan daxwaza manê ji êmbapî dket, têra hindê naket ku yarîker heluyistê xwe bi guhorît û berdewamîyê bi çîroka xwe dgel yaneyê bi det, çîroka wî dgel xudana yarîgeha park dî prênis bi tmamî bi dûmahî hatîye.
Hevbesta êmbapî dgel serkêşa xola frensa dê li xzîrana bhêt bi dûmahî hêt, çend jêder dyar dken yarîkerî rêkkevtin dgel yaneya ryal medrîd ya spanî krîye û li mêrkatuya havînê dê hevbestê dgelda grêdet.