Pentagonê bi rêya Rûdawê peyamek da grûpên çekdar: Em dê hesab bipirsin



Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê got, “Em dizanin kîjan grûp li pişt wan êrişan in ku hêzên me dikin hedef, em dê hesab ji wan bipirsin.”

Alîkara Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh, li ser êrişên ku hêzên wan ên li Îraq û Sûriyeyê dikin hedef ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Sabrina Singhê li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya di heqê êrişan de got, “Em dizanin ku grûpên wekî Lîwayên Hizbulahê li pişt van êrişan in.”

Diyar Kurde bi bîr xist, wan grûpan ragihandibû ku dê êrişên xwe rawestînin û pirsî, “Gelo êrişên wan rawestiyan?”

“Em dê hesab bipirsin”

Sabrina Singhê pirsa Diyar Kurde bi vî awayî bersivand:

“Me di maweyê borî de dît ku çend caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê hatiye kirin.

Ez zêdetir behsa hûrgiliyên van êrişan nakim.

Em dizanin ku destê wan grûpan, bi taybetî jî destê Lîwayên Hizbulahê di êrişa li Urdunê ya ku hêzên me bûn hedef de hebû.

Em dê hesab ji wan grûpan bipirsin.”

Nûtrîn

Li Mêrdînê tanker û minîbusek li hev qelibîn: 9 kes birîndar bûn

  Ekîban birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Elîh û Midyadê.